nêzîkatî
û niha nêzîkatîya we ya wek êvarek
ango nêzîkatîya we ya çawa dibe, ya ku tim dibe
nêzîkatîya we ya bi xanîyên kevn ve,
bi avahîyên kevn ve dimeşe
ew hespê we yê ku naelime ciyê xwe û
hevsarê xwe diqetîne
ew kulîlka we ya ku xwe ji tu derê nahesibîne
nêzîkatîya we ya bi wî îşligê bi xwîn ya di binê selata wîde
nêzîkatîya we sed sal qedandiye bi van çihokên avê re
ango ev nêzîkatîya we ya didome û mezin dibe
lê wehm nabe nêzîkatîya we wehm nabe
avahîyên kevn hinek jî ezmanê me yê xwe xwarkiriye nin
di bin çavê me de li pala çiyayekî
û ango ev çiyayê te serê xwe ji ezmanan de
xwar kir û lê nihêrî
nêzîkatî û şibandina wan ciyên ku dixwiyên e
ya ku van avahiyan û van çihokên avê yên
sedsalî tekûz dike
ew zozanên pelên dilipin lê kom dibin
bi lorînên we ve bune koma mezalan
nêzîkatîya we ya her rojî.
17 sibat
"üzgün ağaç ağıdı" /belge yay. I sur kitaplığı
kürtçe çev: mazhar kara
iki dilde barış şiirleri antolojisi
antolojîya helbestên aşitîyê a bi du zimana
Yorum Yok